Ciwanên Helebê konferansa xwe bi sozdayîna belavkirina fikrên Rêbertî bi dawî kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê bi sozdayîna belavkirina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî konferansa xwe bi dawî kir.

31 ÇILE, 2024   19:37
HELEB

Bi diruşma ˊBi vejîna ciwanan xwe bi rêxistin bike, Rêber Apo azad bikeˊ Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Helebê li hola Star Layt a li herêma Şiqeyêf a li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de nûnerên, ciwanên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPGˊê beşdar bûn.

Di konferansê de endama rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Lava Çawîş perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo ciwan û rola wan di civakê de xwendin.

Dûre endama rêveber a Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî û got: "Ji bo îsbatkirina hebûnê û pêkanîna azadiyê divê em xwe bispêrin berxwedana rêber Abdullah Ocalan ku di oxira me de jiyan, temen û ciwantiya xwe feda kir."

Avaşîn wiha domand: "Dijminên Kurd û mirovahiyê li ser tesfiyekirina tevgera me hevdîtinan pêk tînin û li dijî Rêberê me tecrîdê giran dikin. Lê bi şopandina me li ser metoda şehîdan em ê berjewendiyên mêtingeriyê têk bibin."

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Medya Miqdad rapora salê ya tevgerê xwend, di raporê de ev xebat hatin kirin; vekirina perwerde ji ciwanan re, lidarxistina civînên danasîna tevgerê û rola ciwanan tê de, meşên şermezarkirina terîd û êrişên dewleta Tirk.

Dûre deriyê nîqaşê hat vekirin. Endama Xeta Şehîd Rûken Zerdeşt Elîf Ebdo rewşa ciwanan nirxand û wiha got: "Perwerde çeka ciwanan li hember êrişên rejîmên desthilat û şerê taybet e. Ji ber ku ciwan ên herî bandor di civakê de ye û birêxistinkirina wan li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê dagirkerî û mêtingeriyê têk bibin."

Endama rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo Jiyan Mistefa ciwan li ser siyasetên rejîmên desthilat hişyar kir û wiha got: "Divê em çand, adat û kevneşopiyên xwe li hember siyasetên îmhakirin û înkarkirinê bişopînin û nekevin xefka şerê taybet û xwe bi zanîn û zanabûnê perwerde bikin."

Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû; xebata li ser belavkirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, fikrên wî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bê kirin, deriyê perwerdê bê vekirin, di rizgarkirina Efrînê de rolek bê lîstin, li hember siyasetên şerê taybet bê sekinandin, parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bên xwendin.

(fr)

ANHA