Rûsya pêşbîn nake çareseriyek bilez di aloziya Ukraynayê de pêk bê

Kremlin’ê pêşketina bilez di çareseriya aloziya Ukraynayê de bi dûr xist û got ji ber ku pêvajo bigrêk e û pêdivî bi demekê heye ku heta gelek dosyayên hestiyar werin çareserkirin.

Rûsya pêşbîn nake çareseriyek bilez di aloziya Ukraynayê de pêk bê
3 hezîran, 2025   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî tûra 2'yan a dan û standinên rasterast ên bi Kîêvê re, Kremlin’ê diyar kir ku şaş e ku mirov pêşbîn bike ku pêşketina lez di çareserkirina aloziya li Ukraynayê de pêk bê.

Berdevkê Kremlin’ê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re gotibû mijara pêkanîna çareseriyan pir girêk e û di nav xwe de gelek mijaran dihewîne ku divê werin çareserkirin. Peskov got, şaş e ku mirov pêşbîn bike çareseriyên lez pêk werin.

Berpirsekî Rûsyayî, di demek nêz de tu civîn di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn, serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û serokê Amerîkayê Donlad Trump de pêk nayên. Ev yek piştî rojekê ji daxuyana Koşa Spî ku ew li ser fikreyê "vekirî" ne pêk hat.

Der barê pirsa rojnamevanan de ku wê kengî civînek sêalî pêk were de Peskov got di dema nêz de ev yek dûr e.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo lidarxistina lûtkeyekê di navbera serokên Rûsya, Ukrayna û Amerîkayê li Tirkiyeyê de, careke din banga xwe dubare kir.

(mh/fr)