Rûsya: Me zêdetirî 90 dronên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku zêdetirî 92 dronên Ukraynayê li başûrê rojavayê welat xistine.

Rûsya: Me zêdetirî 90 dronên Ukraynayê xistin
10 cotmeh, 2024   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî 92 dronên Ukraynayê xistine.

Wezaretê diyar kir ku li herêma Krasnodar a li başûrê rojavayê welat 47 dron, li herêma Korsek 12, li Rostovê 9, li Belgorodê 2, li Qirimê 2, li Voronezhê 1, li Bryanskê 4 û li ser Deryaya Azovê 15 dron xistine.

(bb)