Dagirkeran 2 zarok qetil kirin, 3 birîndar kirin

Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Tehna Mezin ê Minbicê de 2 zarok şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

Dagirkeran 2 zarok qetil kirin, 3 birîndar kirin
10 cotmeh, 2024   12:30
MINBIC

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Tehna ya Mezin ê dikeve rojavayê kantona Minbicê topbaran kir. 

Di encama topbaranê de zarokên bi nave Ebdo Cuma El Casim (5) û Casim Cuma El Casim (9) şehîd bûn.

Di êrişê de zarokên bi navên Casim Mehmûd El Casim (6), Ehmed Casim El Casim (8) û Muslim El Casim (10) jî bi giranî birîndar bûn.

Zarokên birîndar birin nexweşxaneyên Minbicê.

(bb)

ANHA