Rûsya: Me 172 dron xistin xwarê

Li Novorossiysk a Rûsyayê ji ber ketina parçeyên droneke Ukraynayê 3 kes birîndar bûn. Moskovê ragihand ku wê 172 dron li ser axa Rûsyayê û Deryaya Reş xistine xwarê.

Rûsya: Me 172 dron xistin xwarê
2 adar, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsyayê ragihand ku li bajarê Novorossiysk ê li beramberî Deryaya Reş, 2 jin û mêrek ji ber ketina bermahiya dronekê li ser mala wan, birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan di şevekê de li ser herêmên cuda yên Rûsyayê 172 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê diyar kir ku ji dronên ku hatine xistin, 67 li ser Deryaya Reş û 66 li ser herêma Krasnodar ku bender û baregeha deryayî ya Novorossiysk jî di nav de ye, hatine xistin.

(bb)