Rûsya li ber "êrişên mezin" girt

Rûsya ragihand ku li wê ber  3 "êrişeke mezin" girtiye. Volodymyr Zelensky zextê li ser DYA’yê kir da ku destûr bide ku bikeva nava axa Rûsyayê.

Rûsya li ber "êrişên mezin" girt
1 îlon, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya ragihand ku wê duh êrişên balafirên bêmirov û "êrişeke mezin" a li devera Bryansk a li beramberî sînorê bi Ukraynayê re,  êrişeke din li ser paytexta Rûsyayê têk birin.

Waliyê herêma Bryanask Alexander Bogomaz  têkildarî têkbirina êrişan ev agahî  li ser hesabê ’Telegramê’ parve kir: "Pergala me ya parastinê hewldana êrişeke mezin a bi balafiran bê mirov a li ser herêma Bryansk têk bir."

Alexander Bogomaz anî ziman ku artêşa Rûsyayê bi kêmanî 26 dron îmha kirin û got di îmhakirina dronna de tu zerar çênebûne.

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin jî ragihand ku 5 balafiran bê mirov ku ber bi paytextê ve hatin rêkirin hatin îmhakirin.

Hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê  li asîmanê herêmên Belgorod û Voronezh ên sînorî û herêmên Lipetsk û Ryazan balafirên bê mirov xistin xwarê. Lê rayedarên Rûsyayê agahiyên zêdetir der barê xistina balafiran de nedan.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh li Washingtonê bi rayedarên DYA’yê re civiya bû. Hate diyarkirin ku  Zelensky zextên xwe li ser rayedarên DYA’yê de zêde kirin da ku destûr bidin artêşa Kîevê ku bikeve nava axa Rûsyayê.

Zelensky di axaftina xwe ya êvarê ya vîdyoyê de got: "Paqijkirina asîmanê Ukraynayê ji bombeyên hewayî yên Rûsyayê, gavek bihêz e ji bo Rûsyayê neçar bike ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyek adil tevbigire."

Zelensky bang li DYA, Brîtanya, Fransa û Almanayê jî kir "Ji bo parastina Ukrayna û Ukrayniyan bi awayekî rasteqîn û kamil pêwîstiya me bi kapasîteyên pêwîst hene. "

Zelensky anî ziman ku nûnerên wê tevahî  hurguliyên pêwîstî pêşkêşî hevkarên Ukraynayê kirine.

(bb)