Cenazeyên 6 dîlgirtiyên îsraîlî hatin dîtin

Li Xezayê cenazeyên 6 dîlgirtiyên îsraîlî hatin dîtin. Di nav de cenazeyê welatiyekî îsraîlî yê xwedî nasnameya amerîkî heye.

Cenazeyên 6 dîlgirtiyên îsraîlî hatin dîtin
1 îlon, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Joe Biden duh ragihand ku li başûrê Xezayê cenazeyên 6 dîlgirtiyên îsraîliyên di dema şer de hatibûn revandin, di tunelekê de hatine dîtin. Biden da zanîn ku di nav cenazeyan de yê welatiyekî îsraîl-amerîkî bi navê Hersh Goldberg Polin heye.

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê li başûrê Xezayê cenazeyên 6 dîlgirtiyan  ku di ji tonelekê de bûn  vegerandine. Aartêşê diyar kir ku her 6 dîlgirtî beriya hêzên Îsraîlê bigihêje wan bi demeke kurt hatine kuştin.

Biden hişyarî dan Hemasê  û got "Hemasê dê berdêla van sûcên xwe bide.  Ji bo lihevkirineke li serbestberdana dîlgirtiyên mane çêbibe em ê bênavber bixebite."

Ne Hemas ne jî baskê wê yê leşkerî têkildarî van tawanan daxuyanî nedan.

 (şx)