Rûsya: Di 48 saetan de zêdetirî 330 dronên Ukraynayê hatin xistin

Rûsyayê ragihand ku di nava 48 saetên borî de hêzên wê zêdetirî 330 dronên Ukraynayê xistine xwarê û bajarokek Donetskê kontrol kir.

Rûsya: Di 48 saetan de zêdetirî 330 dronên Ukraynayê hatin xistin
12 tebax, 2025   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê di 48 saetên borî de zêdetirî 330 dronên Ukraynayê xistin û bajarokek Donetskê kontrol kiriye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku pergala parastina hewayî di şeva berê de 25 dron li asîmanê kantona Rostov, 3 dron li asîmanê kantona Stavropol xistin xwarê. Wezaretê destnîşan kir ku 7 moşekên ji cureya HIMARS bêbandor kirin û 312 dron jî li deverên din xistin xwarê.

Di dewama daxuyaniya xwe de wezaretê da zanîn ku hêzên Rûsyayê bajarokê Lunacharskoye yê komara Donetskê kontrol kir.

Ev rageşî di demekê de tên ku raporên di rojnameyan de hatine parvekirin weke rojnameya "Telgraf" a Brîtanyayê, diyar dike ku Ukrayna dibe ku li ser agirbestê erê bike û tawîzên kontrolkirina hin deveran bide Rûsyayê.

(fr)