Cenazeyê Fermandar Nureddîn Sofî tînin Qamişlo

Yek ji pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku 6’ê Nîsana 2021’an de şehîd bû û duh şehadeta wî hat îlankirin, wê îro bînin Qamişlo.

Cenazeyê Fermandar Nureddîn Sofî tînin Qamişlo
12 tebax, 2025   07:53
QAMIŞLO

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê duh (11 Tebax 2025) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Fermandar Nûreddîn Sofî yê ji sala 1990’î ve di refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt û ji sala 2013’an ve jî pêşengiya Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir, şehîd bûye. 

Piştî îlankirina şehadetê, li Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan. Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê jî dest bi amadekariyên merasîmê kir.

Li gorî agahiyên ku meclisê dane, cenazeyê fermandar Nûreddîn Sofî wê îro ji Morga Nexweşxaneya bajarê Dêrikê, bi karwanekî mezin bînin bajarê Qamişlo.

Karwanê cenaze wê li bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbesipiyê ku li ser rêya Qamişlo ne, bi girseyî bê pêşwazîkirin.

Piştî cenaze giştî Qamişlo, wê Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê saet di 17.00’an de merasîmek girseyî bê çêkirin.

(a)

ANHA