Rûsya di 12 saetan de 438 dronên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê di 12 saetan de 438 dronên Ukraynayê li ser Rûsyayê û Deryaya Reş xistine xwarê.

Rûsya di 12 saetan de 438 dronên Ukraynayê xistin
19 tebax, 2026   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îşev ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî di 12 saetan de 438 dronên Ukraynayê li ser herêmên Rûsyayê û Deryaya Reş  xistine xwarê.

Wezaretê diyar kir ku dron di navbera saet 08.00‘an û 20:00‘an de bi dema Moskovê, li deverên wekî Moskov, Kaluga, Tula, Belgorod, Bryansk, Kursk, herêma Krasnodar, Kirim û Deryaya Reş hatine xistin.

Wezaretê destnîşan kir ku pergala parastina hewayî şeva berê li başûrê rojavayê Rûsyayê 453 dronên din ên Ukraynayê xistibûn xwarê.

(f)