Trump: Dibe ku dan û standinên bi Îranê re ji nû ve dest pê bikin

Serokê DYA‘yê Donald Trump got, dibe ku dan û standinên bi Îranê re ji nû ve dest pê bikin û anî ziman ku ew ê nehêlin Îranê bibe xwedî çekên nukleerî. Her wiha anî ziman ku trafîka tengava Hurmuzê didome.

Trump: Dibe ku dan û standinên bi Îranê re ji nû ve dest pê bikin
19 tebax, 2026   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA‘yê Donald Trump di nivîsekê de ku li ser hesabê xwe parve kiriye got, dibe ku dan û standinên ligel Îranê ji nû ve dest pê bikin û Washingtonê wê nehêle ku Tehranê bibe xwedî çekên nukleerî.

Trump her wiha got, gelek keştî di tengava Hurmuzê re derbas dibin ku bi temamî di bin kontrola wê de ye û miqdarên mezin ên petrolê di tengavê re derbas dibin.

Donald Trump destnîşan kir ku dê îsal hevdîtin bi serokê Koreya Bakur re pêk bîne.

(bb)