Rûsya bi dronan êriş bire ser Kîevê
Hêzên Rûsyayê zêdetirî 4 saetan paytexa Ukraynayê bi dronan bombebaran kir. Hate ragihand ku yekîneyên parastina Ukraynayê jî bersiva hin dronan dane.

Artêşa Ukraynayê der barê êrişên hêzên Rûsyayê yên li ser Kîev de agahî li ser Telegramê parve kir.
Artêşê ragihand ku hêzên Rûsyayê vê sibehê zêdetirî 4 saetan bi balafirên bê mirov Kîevê bombebaran kiriye. Her wiha hişyarî da ku bi dehan balafir hîna li asîmanê Ukraynayê ne û gefê li Kîev û beşên din ên welat dixwin.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şahidan aşkera kir "li Kîev û derdora wê dengê teqînan hatin bihîstin, xuyaye ku deng ji yekîneyên parastina hewayî hatine."
(bb)