Êrişên li ser Xezayê: Zêdetirî 70 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jin û zarok jî di nav de zêdetirî 70 kes hatin kuştin.

Êrişên li ser Xezayê: Zêdetirî 70 kes hatin kuştin
18 gulan, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Filistînî ragihand ku di êrişên berbanga îro yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de jin û zarok jî di nav de, zêdetirî 70 kes hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyan, di êrişa li herêma Mewasî ya rojavayê bajarê Xan Yûnisê ya li ser kampeke koçberan tenê de 40 kes hatine kuştin.

Hate ragihandin ku herêma Beyt Lahiya, Cibalya, Dêr Beleh û derdora bajarê Xezayê jî hatin hedefkirin.

Rêveberiya Nexweşxaneya Ewdayê jî îşaret bi vê yekê kir ku ji ber êrişa li derdora herêma Til Zeiter a kampa Cibalyayê zirarên mezin li beşên hundirîn û derve yên nexweşxaneyê bûne.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîlê duh bi armanca "pêkanîna armancên şer, qedandina Hemasê û rizgarkirina girtiyan" operasyonek dabû destpêkirin.

(bb)