Keştiyeke hêzên Meksîkayê qeza kir: 2 mirî
Li bajarê New Yorkê keştiyeke perwerdeyê ya hêzên deryayî yên Meksîkayê li Pira Brooklynê qelibî. Hate diyarkirin ku di encamê de 2 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.

Şaredarê New Yorkê Eric Adams di postekê de ku li ser X’ê parve kiriye got: "Duh êvarî li New Yorkê keştiya hêzên deryayî ’Cuauhtemoc’ ya Meksîkayê ji ber lêza zêde li Pira Brooklynê qelibî. Ji 277 rêwiyên keştiyê 19 kes birîndar bûn. Du kes ku bi giranî birîndar bibûn mirin."
Hêzên deryayî yên Meksîkayê li ser hesabê xwe yê X’ê jî piştrast kir ku keştiya "Cuautémoc" ya sala 1982`an hatiye çêkirin, di qezayek nexweş de zirar dîtiye.
Li gorî çavkaniyên din, di qezayê de 22 kes birîndar bûne.
(bb)