Rûsya: Barhilgirên çekan û kargehek çêkirina keştiyên şer hatin hedefkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê kargeheke hilberîna keştiyên bêmirov, keştiyek û tankerên petrolê li Odessa kirin hedef û îdia kir ku keştî çek û sotmenî ji hêzên Ukraynayê re dişandin.

Rûsya: Barhilgirên çekan û kargehek çêkirina keştiyên şer hatin hedefkirin
16 tebax, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastina ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bi dronan kargeheke çêkirin û depokirina pêkhatiyên keştiyên bêmirov a li bajarê Belgorod-Dnistrovskyê yê başûrê rojavayê Odessayê bombebaran kir.

Wezaretê diyar kir ku wê kombûneke keştiyên hêzên deryayî yên Ukraynayê jî kir hedef û ev agahî dan: "Li bendera Odessayê 3 keştî û 2 barhilgirên petrolê hatin hedefkirin. Hinek ji wan sotemenî û pêdiviyên din ji hêzên Ukraynayê re dişandin. Her wiha li depoyên sotemeniyê û embarên çekan hatin xistin."

Wezaretê destnîşan kir ku li deryaya Reş (Rojhilatê Odessayê) jî keştiyeke ku çekên rojevayî veguhest Ukraynayê hat hedefkirin.

(bb)