Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkê: Di mehekê de wê elektrîk bighêje tevahiya Hesekê

Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkêya bajarê Hesekê Selah Hesen got pîlana wan heye ku elektrîkê ji stasyona Mebrûka bikşînin û bidin tevahî taxên bajêr.

Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkê: Di mehekê de wê elektrîk bighêje tevahiya Hesekê
Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkê: Di mehekê de wê elektrîk bighêje tevahiya Hesekê
Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkê: Di mehekê de wê elektrîk bighêje tevahiya Hesekê
Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkê: Di mehekê de wê elektrîk bighêje tevahiya Hesekê
Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkê: Di mehekê de wê elektrîk bighêje tevahiya Hesekê
17 tebax, 2026   07:41
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Gerînendeyê Şîrketa Elektrîkê ya bajarê Hesekê Selah Hesen têkildarî rewşa elektrîkê ya bajêr ji ajansa (ANHA) re axivî.

Selah Hesen diyar kir ku rewşa elektrîkêya Hesekê mîna berê ye û got: "Em hîna elektrîkê ji bendava Firatê digirin. Nêzî 40-50 mîgawat digihîjin parêzgeha Hesekê. Şîrket destpêke elektrîkê li ser saziyên giştî û yên xizmetguzariyê belav dike û ya mayî jî dide taxan."

Hesen di nava axaftina xwe gotşebekeyên elektrîkê gelek ziyan dîtiye û wiha domand: "Şebekeya elektrîkê ya bajarê Hesekê gelek ziyan dîtiye û trans dizîn. Hinek tax rojê 2-4 saet elektrîkê digihîje wan û niha ji sedî 65 me şebeke û transên elektrîkê çêkirine. Di navbera mehekê de wê elektirîk bighîjê hemû taxan."

Selah Hesen anî ziman destnîşan kir ku planeke heye ku elektrîkê ji stasyona Mebrûkayê bikşînin û bidin tevahiya taxên bajêr û got: "Me bi Wezareta Enerjiyê ya Şamê re nîqaş kir û wezaretê qebûl kir ku em elektrîkê ji xeta Mebrûkayê jî bikşînin. Stasyona Mebrûka elektrîkê ji bendava Tişrînê digire. Em ê elektrîkê ji du xetan bigirin û dê elektrîka Hesekê baştir be."

(np)

ANHA