Rûsya: 9 bajarokên Ukraynayê hatin kontrolkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku di hefteyekê de hêzên wê 9 bajarok li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirin û zêdetirî 10 hezar leşkerên Ukraynayê hatin kuştin.

Rûsya: 9 bajarokên Ukraynayê hatin kontrolkirin
2 ÇILE, 2026   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya hefteyê de ragihand ku zêdetirî 10 hezar û 470 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin û 9 bajarokên rojhilatê Ukraynayê hatin kontrolkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Rûsyayê di êrişan de mûşekên pêşketî û balafirên bêmirov bi kar anîn, binesazî, kargehên pîşesazî, leşkerî û navendên lojîstîk hedef girtin.

Girêdayî wê, hêzên Rûsyayê ragihand ku bersiv daye 16 êrişên Ukraynayê li eniyên bajarê Kobyansk ê Kharkiv.

Hêzên Rûsyayê ragihand ku hezar û 662 balafirên bêmirov ên Ukraynayê, bombeyên hewayî, 2 mûşekên "Grom" û 3 mûşekên "Himars" anîn xwarê.

(mh/fr)