Berxwedêrên Tişrînê: Hevgirtina gel serketin mîsoger kir

Jinên berxwedêrên bendava Tişrînê diyar kir ku hevgirtina gel a bi QSD’ê re li pêşiya armancên dagirkirinê bû bend û serketin mîsoger kir.

Berxwedêrên Tişrînê: Hevgirtina gel serketin mîsoger kir
3 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ HAMAN

Bi boneya salvegera yekemîn a berxwedana Bendava Tişrînê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, jinên ji bajarê Til Temirê yên ku beşdarî berxwedanê bûbûn, ji ajansa me re axivîn.

Çinar Yûsif diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê û QSD’ê roleke mezin di têkbirina planên dewleta Tirk û çeteyên wê de lîst. Çinarê bi bîr xist ku gel di wê baweriyê de bû ku parastina herêmê berpirsyariyeke civakî ye, lewre jî hemû cure destek dan.

Çinar Yûsif destnîşan kir ku ezmûna berxwedana bendava Tişrînê rihê girêdana bi axê ve û parastina cewherî xurt kir. Her wiha anî ziman ku di wê merheleyê de hevgirtina civakî xurt bû û asta baweriyê di navbera şêniyan û hêzên parastinê de bilind bû.

Çinar Yûsif da zanîn ku encamên berxwedana bendava Tişrînê heya roja me ya îro hem di asta herêmî de û hem jî di asta hişmendiya gel û amadebûna wan a daîmî li hemberî gefên nû de şênber in.

Çinar Yûsif di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî ku hemû cureyên çekan û balafirên şer bi kar anîn, nikarin pêşde werin û bendavê dagir bikin û got, sedema vê yekê hevgirtina gel a bi QSD û YPJ’ê re bû.

Terfa Îbrahîm 2 caran beşdarî berxwedana bendava Tişrînê bûye, da zanîn ku berxwedana bendava Tişrînê îradeya mezin a gel û pabendîbûna civakê bi rihê berpirsyariyê nîşan. Terfayê got, berxwedana dîrokî baweriya di navbera civakî û parêzvanên wê xurt kir û tevkariya di navbera wan de jî bû mînak.

Terfayê serferaziya xwe bi wê berxwedanê anî ziman û destnîşan kir ku yekrêzî faktora sereke ya mîsogerkirina serketinê bû û hevgirtina gel bi QSD’ê re dîwarekî asê li hember armancên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Koçbera ji Serêkaniyê Necma El Ehmed jî ku beşdarî berxwedanê Bendava Tişrînê bûye, got ew beşdarî berxwedana bendavê bûye da ku nehêle trajedyaya li bajarê wê çêbûye dûbare nebe ku di sala 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatine dagirkirin û niştecihên wê hatin koçberkirin.

Necma Ehmed anî ziman ku beşdariya wê ya berxwedanê ji ber êşa di nava koçberan de pêk hat û got parastina bendava Tişrînê parastina siberoja bajarên ewle bû. Necmayê got binpêkirin û xirabiya ku li bajarê wê yê dagirkirî çêbûne, israra wê ya piştgiriya bi QSD’ê re zêdetir kir.

(b)

ANHA