Rûsya 88 dronên Ukraynayê rûxandin

Rûsyayê ragihand ku yekîneyên parastina hewayî di saetên şevê de 88 balafirên keşfê yên Ukraynayê îmha kirine.

Rûsya 88 dronên Ukraynayê rûxandin
9 adar, 2025   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Rûsyayê îro ragihandin ku yekîneyên parastina hewayî şeva borî 88 balafirên bê mirov ên ku ji aliyê Ukraynayê ve hatin avêtin, rûxandin. 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 52 balafirên bêmirov li herêma sînorî ya Belgorodê, 13 li herêma Lîpetskê û 9 jî li herêma Rostovê yên li başûrê rojavayê Rûsyayê hatine rûxandin. Balafirên din li herêmên Rûsyayê yên Voronezh, Astrakhan, Krasnodar, Ryazan û Kursk hatin xistin.

)bb)