Di Deraa û Siwêdayê peywendî hatiye birîn

Li Deraa û Siwêdayê piştî aloziyên ewlehiyê û bangên xwepêşandanên piştgiriya şêniyên herêmên peravî, peywendî qut bûye.

Di Deraa û Siwêdayê peywendî hatiye birîn
9 adar, 2025   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane, li Deraa û Siwêdayî peywendî û internet qûtbûn. Nûçegihane me diyar kir peywendî piştî aloziyên ewlehiyê yên li herêmên başûrê Sûriyeyê û bangên xwepêşandanên piştgiriya bi xelkê herêmên peravî re, hatiye birîn.

Beşa peywendiyên ya Derayê ya girêdayî desthilata Şamê îdia kir ku kabloya optîkî ya ku Daraa û Şamê girêdide qut bû. Her wiha destnîşan kir ku vegerandina peywendiyan girêdayî dabînkirina pêdiviyên pêwîst ên temamkirina sererastkirinê ye.

(bb)