Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin

Cenazeyê xwendekara bi navê Şînda Kişo ya di şerê li Lazqiyêde ji ber guleyên bêserûber jiyana xwe ji dest da, hat definkirn.

Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
Cenazeyê xwendekara li Laziqiyê jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
9 adar, 2025   12:35
QAMIŞLO

Xwendekara bi navê Şînda Adil Kişo ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ye. Şîndaya sala yekem fakulteya bijîşkî li Zanîngeha Laziqiyê dixwend, 7’ê Adarê di encama pevçûnên li bajarê Laziqiyê de, bi guleyên bêserûber jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Şînda duh danê êvarê gihaşte Qamişloyê û îro sibeha jî malbat û hevalên wê canazeyê wê bi karwanekî erebeyan sewqî gundê Hilwa yê girêdayî bajarê Tirbespiyê kirin. Cenazê wê li goristana gund bê definkirin.

Bavê Şînda Kişo, Adil Silêman Kişo der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. Adil Kişo diyar kir ku xaneyê ku keçên wî lê diman nêzî navenda ewlehiyê bû û got: "Ji ber pevçûnan di nava tirsê de bûn. Heya saetên êavarî em bi wan re di nava peywendiyê de bûm. Di encama şer de guleyeke bêserûber li keça min ket. Heval û xwîşka wê ew sewqî nexweşxaniyê kir û ew li wir jiyana xwe ji dest da."

Şînda Kişo sala 2005’an li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê jidayikbûye, sala yekemîn beşa bijîşîkî li Zanîngeha Laziqiyê (Tişrîn) dixwîne. Şînda û xwişkeke xwe li bajarê Qamişloyê diman.

(re/bb)

ANHA