Rûsya 59 dronên Ukraynî xistin xwarê

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê di şevekê de 59 dronên Ukraynî xistine xwarê. Her wiha diyar kir ku hêzên wan yekîneyeke leşkerî ya Ukraynî li bajarekî parêzgeha Donetskê dorpêç kirine.

Rûsya 59 dronên Ukraynî xistin xwarê
15 cotmeh, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê roja Çarşemê sibê ragihand ku hêzên parastina hewayî yên Rûsyayê di şevekê de heta 59 dronên Ukraynî xistine xwarê.

Di daxuyaniyek cuda de îro, wezaretê got ku hêzên Rûsyayê niha yekîneyên leşkerî yên Ukraynî li bajarokê Dronovka li parêzgeha Donetskê dorpêç kirine.