Li Qendîlê Akinci hate xistin

Balafireke bê mirov a bombebarkirî (SÎHA) ya Dewleta Tirk a bi tîpa Akinci, ku li ezmanê Qendîlê digeriya, hate xistin.

Li Qendîlê Akinci hate xistin
15 cotmeh, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ANF’ê doh saet di 11:00 de balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) ya dewleta Tirk a bi dîpa Akinci ku li Qendîlê digeriya, hate xistin.

Li ser parçeyên balafirê ya hate xistin nivîsa Kemal Ataturk xuya dikir. Eşkere bû ku Akinci li nêzî gundên Pirdeşal û Zergelê yên Qendîlê hate xistin.

Heta niha ji hêzên gerîla û artêşa Tirk daxuyaniyeke fermî li ser mijarê nehatiye dayin.

TAYBETMENDIYÊN AKINCI

Taybetmendiyên teknîkî yên SÎHA ya Akinci bi vî rengî ne:

Dirêjahiya balafirê: 12,2 metre

Firehiya baskên balafirê: 20 metre

Bilinahî: 4,1 metre

Mesafeya ku herî zêde dikare bifire: 5000 km

Bilindahiya ku herî zêde dikare lê bifire: 12.000 metre

Leza herî zêde: 270 km/s

Du motor.

Bi qasî 24 saetan bê navber dikare li hewa bimîne.

Bi qasî 1.5 ton bombe yan jî roket dikare hilgire.