Rûsya: 42 dronên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şeva berê li gelek herêman 42 dronên Ukraynayê hatine xistin. Ukraynayê jî da zanîn ku ji ber êrişa droneke Rûsyayê li Odessayê şewat derket.

Rûsya: 42 dronên Ukraynayê hatin xistin
20 tebax, 2025   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku şeva berê pergalên wê yên parastina hewayî 42 dronên Ukraynayê li gelek deveran xistine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku "Şeva 20ˊê Tebaxê pergalên parastina hewayî 42 dronên Ukraynayê xistine xwarê."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 14 dron li asîmanê kantona Voronezh, 8 li asîmanê kantona Tambov û 7 li asîmanê kantona Kurskê hatine xistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin 5 dron li asîmanê kantona Rostov, 2 li asîmanê Bryansk, 2 li asîmanê Oryol, 2 li asîmanê Smolenskê û yek li asîmanê Krasnodarê û yek jî li Oblastsê hatin xistin.

Çavkaniyên Ukraynayê jî aşkera kir ku di êrişa balafireke bêmirov a Rûsyayê ya li dijî kargeheke sotemenî û enerjiyê ya li herêma Odessayê ya li başûrê Ukraynayê de şewat derket.

(fr)