Lêkolînerekî ji Misirê bi boneya sedsaliya Serhildana Şêx Seîd pirtûkek derxist

Di pirtûka xwe ya bi sernavê "Sedsaliya Şoreşa Şêx Seîdê Pîranî 1925–2025" de lêkolînerê ji Misirê Mihemed El Îmam sedemên şoreşê û bandora wê ya berdewam a li ser hişmendiya neteweyî ya Kurd rave dike.

Lêkolînerekî ji Misirê bi boneya sedsaliya Serhildana Şêx Seîd pirtûkek derxist
20 tebax, 2025   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînerê ji Misirê Mihemed Rifet El Îmam pirtûka xwe ya bi navê ‘Sedsaliya Şoreşa Şêx Seîdê Pîranî 1925–2025" weşand. Di pirtûkê de sedemên şoreşê û bandora wê ya berdewam a li ser hişmendiya neteweyî ya Kurdan hatine ravekirin.

Nivîskar ev pirtûk bi boneya sedsaliya lidarketina Şoreşa Şêx Seîd weşandiye û pêvajoyên wê yên dîrokî, mirovî û siyasî ji nû ve belge kirine da ku bibe egera têgihiştina rewşa niha ya doza gelê Kurd.

Nivîskar ketiye nava hûrgiliyên Şoreşa Şêx Seîd ku di bihara 1925`an de li dijî Komara Tirk a nû derket. Ew şoreş li dijî polîtîkayên tirkkirinê û hewldanên tunekirina nasnameya neteweyî ya Kurd, hate lidarxstin.

Di pirtûkê de rewşa herêmî û navneteweyî ya ku bû egera lidarxistina şoreşê, bersiva dewleta Tirk a li hember wê û komkujiyên ku pêk hatine, şîrove dike.

Nivîskarê pirtûkê da zanîn ku lêkolîna şoreşê piştî sedsalekê ne tenê bîranîn û lênêrîneke dîrokê ye, lê belê ew dibe alîkar ku rewşa niha û siberojê jî were nasîn.

(k)