Rûsya 3 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 3 bajarokên li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine û nêzîkî xeta parastinê ya Ukraynayê bûne.

Rûsya 3 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin
22 tebax, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li ser Telegramê ragihand ku wan "bajarokên Katyrynivka, Volodymyrievka, û Rossyn Yar li Komara Gel a Donetskê" kontrol kirine.

Artêşa Rûsyayê niha bi qasî sedî 20`ê axa Ukraynayê kontrol kiriye.

Di demekê de serokê Amerîkayê Donald Trump plana lidarxistina civînekê di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de dikir. Trump hewl dide şerê li Ukraynayê ya ji 2022ˊyan ve didome bi dawî bike.

Serokê Ukraynayê duh (pêncşemê) hempîşeyê xwe yê Rûsyayê bi hewla "reva ji pêwîstiyê" lidarxistina vê civînê tohmetbar kir.

Di 20`ê Tebaxê de, Rûsyayê ragihand ku artêşa wê bajarokê Novogeorgievka li Herêma Dnipropetrovsk, û bajarokên Sukhetskoye û Pankivka li Donetskê desteser kirin.

(k)