Li Hesekê serçeteyekî DAIŞˊê hat kuştin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li gundekî nêzî bajarê Hesekê di operasyoneke taybet de serçeteyekî şaneyên DAIŞˊê hate kuştin.

Li Hesekê serçeteyekî DAIŞˊê hat kuştin
22 tebax, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî serçeteyekî DAIŞˊê li Hesekê yê kantona Cizîrê operasyonek li dar xist.

Di daxuyaniê de ev agahî hatin parvekirin: "Li ser bingeha agahiyên rast ên ku ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hatine berhevkirin, hêzên me, bi hevkariya Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT), li gundê Zîba li nêzî Hesekê, operasyoneke taybet pêk anîn. Operasyon dijî Ebdurehman Elî Xidir (Ebûdî Esla), ku yek ji serçeteyên şaneyên veşartî yên girêdayî şaneya "Ebû Ducana" ya girêdayî DAIŞˊê ye, hat lidaristin.

Vî terorîstî û şaneya wî kiryarên tirsandina sivîlan, hedefgirtina bendên kontrolê, hedefgirtinên dewriyeyên me yên ewlehiyê pêk dianîn. Li kêlek wê mal û milkên xelkê kantona Cizîrê jî didizîn. Di dema serdegirtinê de, wî li hember hêzên me gule avêtin. Di encamê de hat kuştin. Li kêlek wê jî çeka Klaşnîkov bi şarjorên tijî, demancayeke 9 mm, û mertalek di cihê wî de hatin dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku serçeteyê vê şaneyê “Ebû Ducana” di demeke berê de di operasyoneke ewlehiyê ya bi vî rengî de, piştî bikaranîna hêzê li dijî hêzên me, hatibû kuştin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar dikin ku di şopandina dijî bermahiyên DAIŞ’ê û şaneyên veşartî de dewam dikin, parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe dikin û herêmên ji terorê paqij dikin."

(fr)