Rûspiyên herêmê: Sûcên dewleta Tirk didomin lê helwesta me naguhere

Rûspiyên kantona Tebqayê berdewamkirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyeyê û axa wê, şermezar kir û teqezî bi piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser kir.

Rûspiyên herêmê: Sûcên dewleta Tirk didomin lê helwesta me naguhere
25 tîrmeh, 2024   05:06
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Bi balafirên şer û yên bêmirov navendên aborî dike hedef û zeviyan dişewitîne, gundan bombebaran dike.

Rûspiyên Tebqayê nerazîbûna xwe li hember van êrişan rave kir û got ew dev ji Rêveberiya Xweser bernadin.

Rûspiyê êla El Wehb, Ferhan El Emale got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya êrişan projeya Rêveberiya Xweser têk bibe lê belê bi ser nakeve. Ji ber ku gelê herêmê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derketiye û dev jê bernade û dê li hember êrişan li ber xwe bide û nahêle dewleta Tirk beşeke din ji axa Sûriyeyê dagir bike."

Rûspiyê êla El Huweyat Mihêdî El Salih jî wiha axivî: "Tirkiye bi hicetên nerast hewl dide axa Sûriyeyê dagir bike, gelê wê qir bike û koçber bike. Ev siyaseteke kirêt e divê em jê hişyar bin û baldar bin."

El Salih wiha domand: "Rûspiyên herêmê û pêkhateyên wê dê li hember dagirkeriyê bisekinin û rê li pêşiya van sûcan bigirin".

Her wiha El Salih teqezî bi pabendiya xelkê herêmê bi axa xwe û rêya şehîdan kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ê her û her piştgiriya projeya neteweya demokratîk bikin, wê biparêzin ta ku vê projeyê û biratiya gelan û jiyana hevbeş bi ser bixin."

Rûspiyê êla El Wehb Cemal Nihêtir jî diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka aloziyê ve sûcên hovane li dijî sûriyeyiyan dike û got: "Herî dawî penaberên sûriyeyî ji axa xwe derdixe ji bo ku bi hikumeta Şamê re berjewendiyên xwe pêk bîne."

Nihêtir di dawiyê de got: "Divê rûspî, jin û ciwanên herêmê piştgiriya QSD`ê û Rêveberiya Xweser bikin, li kêleka wan li ber xwe bidin ji bo ku planên dewleta Tirk têk bibin û ewlehiya li herêmê biparêzin."

(şx)

ANHA