Rûspiyên eşîrên Cizîrê girîngî da pêkanîna bendên peymana 10’ê Adarê

Meclisa Rûspiyan a kantona Cizîrê bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Xweser civînek berfireh ji şêxeşîr û kesayetên civakî re li dar xist. Beşdaran piştgirî da QSD’ê, lihevkirina bi Şamê re û avakirina yekitiya niştîmanî ya rastîn.

24 gulan, 2025   22:04
HESEKÊ

Meclisa Rûspiyan a Kantona Cizîrê bi hevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi armanca gotûbêjkirina geşedanên siyasî li Sûriyê civînek berfireh ji şêx û rûspiyên eşîrên Ereb re li dar xist. Civîn li Xwaringeha Şeto ya bajarê Hesekê hat organîzekirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nûnerê Rêveberiya Xweser Cahid Hesen li ser rewşa siyasî axivî. Cahid Hesen di axaftina xwe de bal kişand ser banga  "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan, biryara PKK’ê ya xwe fesixkirinê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoyek nû ya têkoşînê.

Hesen destnîşan kir ku Sûriyeyê rûbirûyî kêşeyên mezin e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Sûriye welatekî pirreng e, bi yekrêziya pêkhateyên dikare alozî bi dawî bibin. Ji ber vê yekê divê çareserî ji hemû pirsigrêkan re li gorî destûreke berfireh hebe, ku mafên hemûyan misoger bike."

Hesen bûreyên li perava Sûriyeyê rû dane, hebûna çekdarên biyanî li Sûriyeyê, her wiha tayînkirina hin çeteyan di saziyên desthilata Şamê de wekî kêşeyên mezin li Sûriyeyê nirxandin.

Cîhad Hesen di dewama axaftina xwe de bal kişand ser xwedîderketina gelên herêmê li QSD’ê, nexasim jî li Bendava Tirşînê. Hesen ji beşdaran xwest ku piştgiriyê bidin peymanên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de û got: "Hin arîşe hene, lê diyalog berdewam in. Di siberojê de jî wê bi rêya komîteyan hatine avakirin, diyalogên berfireh pêk werin."

Di dawiya axaftinên xwe de Cahid Hesen got: "8 bendên peymana di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri de bingeha diyalogan in, ku divê giştî li gorî wan tev bigerin."

Dûre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran vebû. Nêrînên tevahî beşdaran li ser yekitiya di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD’ê bûn, her wiha beşdaran bang li Şamê kir ku li gorî bendên peymana ku di navbera General Mazlûm Ebdî û Ehemd El Şeri de hatiye îmzekirine, tev bigerin. Li kêlek wê jî di axaftinan de ji rûspiyên herêmê û zarokên wan hat xwestin ku li hember xîtaba nefretê û fitneyê bisekinin.

Di dawiya civînê de Serokê Meclisa Qebîleya Teyî, Hesen Ferhan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Em eşîrên Ereb ên li kantona Cizîrê li hev civîn û me rewşa siaysî digel pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li qada Sûriyeyê, pêwîstiya pêkanîna çareseriyekê ku tevahî razî bibin û nakokî bi dawî bibin, nîqaş kir. Em diyar kir ku pêkanîna tevahî bendên peymana di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin wê bikeve xizmetî tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê."

(ac/fr)

ANHA