Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye

Li kampên koçberan, bi hezaran mirovên bi darê zorê koçber bûne, êşên giran dikişînin. Germahî di hundirê konan de pir zêde ye. Koçber dibêjin jiyana di hundirê konan de ne pêkan e.

Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
Li Kampa Waşûkanî germa havînê êşa koçberan zêde kiriye
25 gulan, 2025   07:54
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de di Cotmeha 2019’an de bi hezaran şêniyên ji bajarê Serêkaniyê bi darê zorê koçber bûne. Koçber di konên kevn de dimînin ku wan ji germa havînê naparêze. Bi hatina havînê re, êşa wan girantir dibe, lê her bi hêvî ne bi rûmet vegerin bajarê xwe.

Li quncikekî kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê jina bi navê Wadha Xidir El Sacir a ji gundê Leylanê koçber bûye, li ber kon rûniştî ye û dergûşa neviyê xwe dihejîne. Hewl dide li pişt parçeyek qumaşê ku wê kiriye sîwan, xwe ji germê biparêze.

Wedhayê got: "Havînê hîn bi rastî dest pê nekiriye, lê dîsa jî ji ber germahiya zêde di hundirê konan de êş û azarên me zêde bûne. Elektrîk jî qut e û alavên hênikkirinê jî tune ne."

Her wiha diyar kir ku ew nikarin li hundir bêhna xwe bigirin, lew ra li derveyê kon rûdinin. Her wiha got, germa zêde oksîjenê kêm dike û di kon de jiyan nabe.

Wedhayê di dawiya axaftina xwe de daxwaza vegera ewle ya gund û bajarê xwe kir û got: "Em tenê bi hêviya vegera malên xwe, bi rûmet û ewlekarî û bidawîbûna vê êşa rojane dijîn.”

‘KON PIR GERM IN’

Mihemed El Ehmed kesekî koçber ê 50 salî ye, di nav konên rizyayî de dimeşe, li niştecihên kampê yên li derve li ber siyê rûniştine, temaşe dike, zarok jî avê li laşê xwe dikin da ku xwe sar bikin.

El Ehmed got: "Ev kon ji ber germa zêde bûne sauna, ger germahiya derve 30 pile be, di hundirê konan de dibe ku ji 70 pileyî derbas bibe, ji ber ku ew ji naylonê hatine çêkirin û germê vedigirin, tu alavên me yên sarkirinê jî tune ne. "

El Ehmed wiha hêviyên xwe anîn ziman: "Dixwazim vegerim gundê xwe û di nava dîwarên mala xwe de bijîm. Tiştê ku ez dixwazim ev e.”

‘JI BO ZAROKAN SÎBER NÎN IN’

Ne tenê mezin êşê dikişînin, lê her wiha zarokên di konan de jî bi havîneke dijwar û bê rêhem re rû bi rû ne. Germahiya bilind dikare bibe sedema gelek nexweşiyan, dêûbav neçar in ku carê zarokên xwe bibn ba bijîşkan.

Ayşe El Elî, koçbereke ji Serêkaniyê ye got: "Em ji hatina havînê ditirsin. Her sal êş û azarên me dubare dibin, bi taybet zarokên me yên ji ber germa zêde dikevin ber nexweşiyan. Ji ber germa di konan de em her dem zarokên xwe bi paçik û avê sar dikin da ku nexweş nebin. Fermo em li derve rûnên ne li hundurê kon ku hewa û oksîjen lê nemaye.”

Eyşeyê jî wiha hêviyên anîn ziman: “Em tenê dixwazin vegerin ser axa xwe û gundê xwe, di nav ewlehî û aramiyê de bijîn.”

Tevî rûxandina rejîma Baasê di dawiya sala 2024’an de, desthilata Şamê ji bo vegerandina koçberan bo malên xwe tu gav neavêtiye.

(k)

ANHA