Xelkê Dirbêsiyê di civîna şaredariyê de pêşniyarên başkirina xizmetguzariyê kirin

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê civîna we ya çaryeka yekem a îsal bi xelkê bajê re li dar xist. Civîn bi gelek pêşniyarên têkildarî başkirina rewşa xizmetguzarî bi dawî bû.

Xelkê Dirbêsiyê di civîna şaredariyê de pêşniyarên başkirina xizmetguzariyê kirin
Xelkê Dirbêsiyê di civîna şaredariyê de pêşniyarên başkirina xizmetguzariyê kirin
Xelkê Dirbêsiyê di civîna şaredariyê de pêşniyarên başkirina xizmetguzariyê kirin
Xelkê Dirbêsiyê di civîna şaredariyê de pêşniyarên başkirina xizmetguzariyê kirin
Xelkê Dirbêsiyê di civîna şaredariyê de pêşniyarên başkirina xizmetguzariyê kirin
24 gulan, 2025   19:46
HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, ji bo nîşqaşkirina xebatên şaredariyê yên çaryeka yekem a îsal bi xelkê bajêr re civiya. Di civînê de hevserokên komînan, endamên saziyên sivîl, meclis, nûnerên ji partiyên siyasî yên li bajarê amade bûn. Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hat organîzekirin.

Di civînê de rapora şaredariyê ya çaryeka yekem a salê hatin xwendin, dûre xelkê bajêr lawaziya kar û derengmayîna pêkanîna projeyên xizmetguzarî yên îsal rexne kirin.

Di dawiyê de, şêniyan ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî ya li bajêr; pêşniyarên wekî paqijiya taxan, sererastkirina rêyan, başkirina torên avê û cihên giştî mîna parkan, kirin.

(fr)