Rojnameyên erebî: Pêşnûmeya têkoşîna li dijî normalîzekirina bi rejîma esed re tê zindîkirin

Pêşnûmeya têkoşîna li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re û hewldanên bidawîkirina şerê li Xezayê, manşetên hejmarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Pêşnûmeya têkoşîna li dijî normalîzekirina bi rejîma esed re tê zindîkirin
2 tîrmeh, 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê hewldanên agirbesta li Xezayê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçek bi sernavê “Deriyê Refehê û pêşniyarên hêzên navneteweyî siberoja Xezayê bi girêk dikin” weşand.

Hate gotin, li gorî daxuyaniyên îsraîliyan û raporên rojavayî, pêşniyarên herî dawîn; "Misir û Tel Avîv li ser veguhastina deriyê sînor ê Refehê ji bo cihekî din, li hev bikin û Xeza radestî hêzên navneteweyî were kirin û komek wek alternatîfa Hemasê were perwerdekirin."  

Hate diyarkirin ku pêşniyar ji aliyê Misir û Filistînê ve nehatin qebûlkirin.

Li gorî rojnameyê, dîplomat û pisporên Ereb, ev pêşniyar wek ezmûn ji bo naskirina helwestên aliyên din û astengkirina hewldanên bidawîkirina şerê li Xezayê nirxandin. Her wiha li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî misirî, dan û standinên misiriyan yên bi armanca ku Îsraîl deriyê sînor ê Refehê bi rê ve bibe, çênebûne.

‘RÊXISTINÊN SÛRIYE-DYA’YÊ HEWL DIDIN PÊŞNÛMEYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ NORMALÎZEKIRINA BI REJÎMA ESED RE ZINDÎ BIKIN’

Der barê rojeva Sûriyeyê de, rojnameya El Erebî El Cedîd diyar kir ku rêxistinên sûriyeyî û DYA’yî hewl didin pêşnûmeya têkoşîna li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re. Hat bibîrxistin ku tevî ku piraniya endamên kongreya DYA’yê di Nîsana îsal de pêşnûme erê kiribû, lê rêveberiya Jeo Biden red kir.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku rêxistinên çalak ên li Washingtonê hewl didin çalakiyên piştevaniya bi pêşnûmeyê re li dar bixin da ku dîsa bikeve rojeva kongreya DYA’ê û beriya bidawîbûna erka Biden were erêkirin.

Her wiha hate gotin, rêxistina Rewşên Awarte ya amerîkî û sûriyeyî ku avahiya wê li Washingtonê ye, ji endamên kongreya DYA’yê xwest ku civînekê li dar bixe da ku "Girîngiya pêkanîna pêşnûmeya têkoşîna li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re" şîrove bike.

(bb)

ANHA