Rûspiyekî Suryan: Girtina Rêbertî berdewama siyasetên qirkirina gelan e

Ji rûspiyên Suryan Yûsif Denho diyar kir ku cezayên li hember Abdullah Ocalan neheqî ne û wek “berdewama siyasetên qirkirina gelên resen” bi nav kir.

Rûspiyekî Suryan: Girtina Rêbertî berdewama siyasetên qirkirina gelan e
2 tebax, 2024   02:15
QAMIŞLO
 RÊNAS REMO

Têkildarî tecrîda girankirî ku desthilata Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, rûspiyê Suryan Yûsif Denho ji ajansa me re axivî.

Yûsif Denho destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwediyê ramanên azad e û got: "Ev raman ne tenê ji bo gelê Kurd e, di heman demê de ji bo tevahî gelên herêmê ye. Ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan cewherê mafên gelên herêmê û hêviyên wan ên ber bi azadiyê ve temsîl dike. Em dizanin ku gelê herêmê yê ku bi fikrê azad bawer e û rêya azadiya xwe ya ji koletiyê di wê de dibîne di vê komployê de tê hedefgirtin. "

Denho diyar kir ku dîlgirtin û darizandina Rêber Abdullah Ocalan ne rewa ne û wiha dom da axaftina xwe: "Dîroka dewleta Tirk bi sûcên li dijî gelên resen ên herêmê (Kurd, Suryan û Ermen) dagirtî ye. Tirkiye ketiye herêmê û hemû siyasetên qirkirinê li dijî me pêk tîne. Komploya li dijî Rêbertî jî berdewama van siyasetan e."

Denho îşaret pê kir ku pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin, bi hevgirtin û avakirina Rêveberiya Xweser modeleke bêhempa afirandine, lew re dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî vê herêmê dike.

Yûsif Denho bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikevin tevgerê.

(bb)

ANHA