Weqfa Jina Azad şiyanên jinan bi pêş dixe

Weqfa Jinên Azad a Sûriyeyê-kantona Reqayê hewl didin jinan di tevahî qadan pêş bixin. Jinên ku ji aliyê weqfeyê perewrdeya hemşîretiyê dîtine diyar kir ku piştî perwerde dîtin ji civakê nêzîtir bûne.

Weqfa Jina Azad şiyanên jinan bi pêş dixe
Weqfa Jina Azad şiyanên jinan bi pêş dixe
Weqfa Jina Azad şiyanên jinan bi pêş dixe
Weqfa Jina Azad şiyanên jinan bi pêş dixe
Weqfa Jina Azad şiyanên jinan bi pêş dixe
2 tebax, 2024   07:15
REQA
DÎMA MIHEMED

Weqfeya Jinên Azad sûriyê armanca pêşxistina jinan di hemû qadan de di Îlona 2014’an de bi dirûşma "Jin azad binga civakeke azad e" hat avakirin. 

Di konferansa Weqfa Jina Azad a sûriyê sala 2021’ê de de biryar hat dayîn ku navê weqefeyê bibe "Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê". Nivîsgehên wê li Dêrazorê, Tebqa, Firat, Dêrik, Qamişlo, Hesekê û Girkê Legê hatin vekirin

Nivîsgeha Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ya Kantona Reqayê sala 2019’an bi navê "Weqefa Jina Azad ji bo pêşxistina jinan di qadên aborî, çandî, civakî, tenduristiyê de" hat vekirin.

Endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad a kantona Reqayê Ferîde El Ebdullah der barê armancên weqfeyê de wiha axivî: "Em hewl didin şiyanên ciwanan pêş bixin ji bo ku tev li sûka kar bibin, xwe bi xwe xwe bi rêve bibin. Di aliyê aborî de di vê rewşa zehmet de, xwe xurt bikin. Ji bo wê em dewreyên cihereng mîna tirîko, tevnkarî, hemşîretî, kuaforî, dirûn û dewreyên fêrbûna xwendin û nivîsandinê vedikin."

Dewre 60 roj e û di wan dewreyan de jinên ciwan fêrî rêgezên bingehîn ên şaxên Weqfeya Jin dibin. Di her dewreyekê de 15 jinên ciwan ku temenên wan jorî 18 saliyê ye perwerde dibin.

Li kêleka perwerdeyê heftê 2 rojan, weqfê di malan de semînerên têkildarî diyardeyên li dijî civakê de semîneran li dar dixe.

Jina ciwan a bi navê Buşra El Elî ku tev li dewreya hemşîretiyê bûye, diyar kir ku wê xwestiye fêrî vê pîşeya mirovî bibe ji ber ku bi rêya wê dihese ku nêzî civaka xwe ye û alîkariya şêniyan dike. Buşra bang li hevalên xwe kir ku tev li mîna van dewreyan bibe.

Buşra destnîşan kir ku bi rêya vê pîşeyê xwestiye zihniyeta baviksalariyê ya ku rola jinan qels dike, biguhere û wiha domand: "Divê her jinek hêviyên xwe pêk bîne û xwe pêş bixe."

Der barê girîngiya hemşîretiyê Melek Mihemed a ku tev li heman dewreyê bûye diyar kir ku ew perwerdeyeke mirovî ye, jin bi rêya wê dikare alîkariya civakê û malbata xwe jî bike.

Melek wiha domand: "Hin caran li kolanê yan jî li malê, rewşeke awarte derdikeve, pêwîst em bilez mudaxele bikin ta ku ambulans bê."

(şx)

ANHA