Şehîd Xalid Seîd El_Nasir hat oxirkirin
Di çarçoveya soza berdewamkirina rêya şehîdan de, îro şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê çilaxa û Til Koçer cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Xalid Seîd El-Nasir Li Pakrewangeha Akkab El-Eswed li bajarê Til Koçer oxir kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê çilaxa yê girêdayî kantona cizîrê merasîm ji bo şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Goristana şehîd Ekeb El Eswed li bajarokê Til Koçer li dar xist.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Xalid Seîd El_Nasir ji bajarokê Şebek ê girêdayî bajarê çilaxa ye di 31’ê Tîrmeha meha borî de dema ku erka xwe pêk dianî şehîd bûbû.
Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik,çilaxa û Til Koçer beşdarî merasîma şehîd bûn
Merasîm bi wergirtina cenazeyê şehîd, berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û deqek rêzgirtin dest pê kir
Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û di şexisê şehîd Xalid de tevahî şehîdên tevgera Azdiyê bi bîranîn.
Mihemed Cemîl got: "eger em hinekî rewşa siyasî bişopênên emê bizanin çima em şehîda didin ji be rem hêzeka me bi şehîda dest pê kiriye û me bi şehîda berdewam kiriye û îro jî em bi şehîda ber bi azadiyê ve diçin"
Cemîl diyar kir ku ew ê şopdarên riya şehîda bin.
Li ser navê Hêzên Leşgerî Xalid Dêrik jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser tekoşîn û berxwedana şehîd Xalid di çebhande.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeya şehîd Xalid Saîd El-Nasir tevî dirûşmên"Şehîd Namirin"hat veşartin.
(rx/
ANHA