Çeteyên DAIŞ’ê rêveberê dibistanekê şehîd xist

QSD’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê rêveberê dibistana bejarokê Şiefa yê Hecînê şehîd xist.

Çeteyên DAIŞ’ê rêveberê dibistanekê şehîd xist
2 tebax, 2025   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Şaneyên girêdayê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê vê sibehê êrişeke nemerdane û bêbext li dijî rêveberê dibistana bajarokê Şeifa yê herêma Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê pêk anî.

Çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, li pêşiya mala wî gule li Salih reşand. Çekdaran piştî Sahil şehîd xist, reviyan.

Bi taybetî piştî belavbûna tevliheviyê li Sûriyeyê, rêxistina terorîst çalakiyên xwe yên terorîst bi rêya hedefkirina hêzên leşkerî û ewlehiyê, kesayetên sivîl û rêveberî û saziyên xizmetguzariyê zêdetir kirine."

(bb)