Rûspî û nûnerên eşîran: Em li pişta QSD'ê ne
Rûspî û nûnerên qebîleyan piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da. Her wiha wan destnîşan kir ku êrişker ji bo berjewendiyên hêzên derve ji bo têkbirina aramiya herêmê dixebitin.
Di çarçoveya berteka şêniyan a nerênî ya li hemberî êrişên koma Dîfa Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê de li dijî Dêrazorê, rûspî û nûnerên qebîleyan ji ajansa me re piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan da.
Nûnerê qebîleya Egêdat li Cizîrê Hisên El Ebrez êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî Dêrazorê ku di encamê de 2 malbatên qebîleya Begara şehîd bûn, şermezar kir.
El Ebrez diyar kir ku ew li pişta QSD'ê ne û got: "Armanca rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker yek e û wan di heman wextî de êriş herêmê kir."
'KES NIKARE NAVÊ EŞÎRAN REŞ BIKE'
Rûspiyê qebîleya Begara Hisên El Kebiş destnîşan kir ku tiştê ku li Dêrazorê dibe dikeve bin berjewendiya hêzên derve yên ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin.
El Kebiş diyar kir ku ji bo pêkanîna aramiyê li herêmê ew hêviya çareserkirina krîzê bi rêya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê, dikin.
Di heman çarçoveyê de serokeşîrê Bûhemdan Salim Îsa El Remo êrişên koma Dîfa Wetenî şermezar kir û spasiya eşîrên Dêrazorê ji ber ku piştgiriya QSD'ê kir.
(mh)
ANHA