TEV-DEM a Helebê û şêniyên Minbicê komkujiya li Dêrazorê şermezar kir

TEV-DEM a bajarê Helebê û şêniyên Minbicê komkujiyên ku komên girêdayî hikumeta Şamê di serî de "Dîfa Wetenî" li dijî şêniyên Dêrazorê pêk anîne şermezar kirin. Her wiha wan destnîşan kir ku ew ê li pişta QSD'ê bimînin.

TEV-DEM a Helebê û şêniyên Minbicê komkujiya li Dêrazorê şermezar kir
TEV-DEM a Helebê û şêniyên Minbicê komkujiya li Dêrazorê şermezar kir
TEV-DEM a Helebê û şêniyên Minbicê komkujiya li Dêrazorê şermezar kir
TEV-DEM a Helebê û şêniyên Minbicê komkujiya li Dêrazorê şermezar kir
TEV-DEM a Helebê û şêniyên Minbicê komkujiya li Dêrazorê şermezar kir
13 tebax 2024   17:17
HELEB

Nerazîbûnên şêniyên herêmê li hemberî êrişên çekdarên komên girêdayî hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê ew êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi saya hevgirtina pêkhateyên civaka herêmê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew hewldanên hikumeta Şamê têk çûn.

Her wiha di daxuyaniyê de piştgirî ji bo QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser hat nîşandan.

Girêdayî wê, Meclisa Sivîl a bajarokê Yastî yê kantona Minbicê bi boneya salvegera 8'emîn a rizgarkirina bajêr civîneke girseyî ji şêniyan re li dar xist.

Di civînê de hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Berkel rewşa siyasî şîrove kir û diyar kir ku ji dema rizgarkirina herêmê ve dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hewl didin fîtneyê di nav pêkhateyên herêmê de biçînin.

Her wiha daxuyaniyek ji aliyê hevserokê Meclisa Sivîl a bajarokê Yastî Ebdulbasit Şiwêx ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hewldanên peydakirina fîtneyê yên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku bi hevgirtin û yekbûna hemû pêkhateyan, hemû plan ê werin têkbirin.

(mh)

ANHA

Minbic