Bîlançoya hefteyekê ya êrişên li ser Dêrazorê

Di êrişên 7 rojan ên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêrazorê de 14 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûn. Di berxwedana bersivdayîna van êrişan de 45 êrişkar hatin kuştin.

Bîlançoya hefteyekê ya êrişên li ser Dêrazorê
Bîlançoya hefteyekê ya êrişên li ser Dêrazorê
Bîlançoya hefteyekê ya êrişên li ser Dêrazorê
13 tebax 2024   15:57
REQA

Beriya 7 rojan hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî êriş li ser gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê dan destpêkirin. Di nava 7 rojan de geşedanên leşkerî qewimîn.

ROJA YEKEMÎN

Şeva sêşemê hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ji gundewarên Meyadîn, Bû Kemal û herêma Eşarayê bi obîs û çekên giran êrişî gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê kir.

Hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî derdora bajarokê Zîbanê, bajarokên Şihêl, Teyane, Derenc, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, Letwa û Geranîc ên rojhilatê Dêrazorê topbaran kirin. Li hemberî van êrişên jî QSD’ê tedbîrên parastinê girtin.

Hemwextî topbaranê, komeke hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ji nuqteyên xwe yên li bajarokên Beqresa Jorîn, Beqresa Jêrîn, Qoriya û Sibêxan hewl da bi keştiyan derbasî gundewarên rojhilatê Dêrazorê bibin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di êrişa şeva yekemîn de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bersiva hewldana çekdaran a ketina gundewarên rojhilatê Dêrazorê da û di encamê de li derdora bajarokê Ebrehiye, Bisêra, Zîban, Şihêl, Teyana, Derenc, Ebû Herdûm, Ebû Hemam, Letwa û Gerancî de şer derket.

Li gorî fermandarên QSD’ê, şer nêzî 4 saetan dewam kir û 8 êrişkar hatin kuştin, cenazeyên 3 êrişkaran ketin destê şervanên QSD’ê, her wiha 16 êrişkarên din birîndar bûn û çekdarên din reviyan.

Di saetên piştî nîvro de hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî bi obîsan stasyona avê ya El Omer a li rojhilatê taxa Letwa ya bajarokê Zîbanê û stasyona avê ya bajarokê Ebû Hemam ku avê dide 4 hezar malbatî, kirin hedef. Di encamê de her du stasyon şewitîn û ji xizmetê derketin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ewlehiyê qedexeya çûn û hatinê li Dêrazorê ragihand.

ROJA DUYEMÎN

Piştî aramiyeke qismî, şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li deverên ku şer lê qewimîbû, lêgerîn da destpêkirin. Derengiya şeva pêncşemê hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî bi obîs û moşekan êrişî bajarokên Ebrîha û Sebha û gundê Dehle yên rojhilatê Dêrazorê kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

ROJA SÊYEMÎN

Sibeha roja înê hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ji baregehên xwe yên li gundên Bû Leyl ên li rojavayê çemê Firatê êrişî gundewarê rojhilatê kantonê kirin. Bi taybetî bajarokê Cidêdet Begara û gundê Dehle bi obîs û moşekan kirin hedef û komkujî li her du gundan pêk anîn. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta di dema veşartina cenazeyên şehîdên komkujiyan de êrişî goristana gundê Dehlê kir.

ROJA ÇAREMÎN

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî di roja sêyemîn de derdora bajarê Bisêra topbaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Di heman rojê de Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihand 25 êrişkar hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.  Meclisa Keşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku di êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de 11 sivîl û 2 şervanên QSD’ê de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê şehîd bûn.

ROJA PÊNCEMÎN

Roja yekşemê jî hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî êrişên xwe li ser gundewarên Dêrazorê berdewam kirin. Meclisa Leşkerî ya Hecînê diyar kir ku çekdarên Dîfa El Wetenî hewl dan bikevin herêmên Meclisa Leşkerî ya Hecînê, lê hewldana wan ji aliyê şervanên meclisê ve hat têkbirin.

ROJA ŞEŞEMÎN

Sibeha roja duşemê jî hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ji baregehên xwe yên li gundên Diweyîr û Sibêxan bi obîs û hawanan êrişî bajarokên Ebû Hemam, Kişkiye û Sebha kirin. Di encamê de bi dehan kes birîndar bûn û zirarên mezin li mal û milkên welatiyan bûn. Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine di êrişên roja 6’an ên li ser Ebû Hemam û Kişkiye de jinek şehîd bû û di nav de zarok 13 kes birîndar bûn. Rewşa du birîndaran jî giran e. Birîndar ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatin veguhestin.

BÎLANÇOYA 6 ROJAN A ÊRIŞAN

Di êrişên 6 rojan ên li ser gundewarên rojhilatê Dêrazorê de tevî zarokan 14 sivîl şehîd bûn, 25 jî birîndar bûn. 2 stasyonên avê ji xizmetê derketin û zirarên mezin li mal û milkên welatiyan bûn.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji bo şehîdên êrişan çalakiyeke tolhildanê li dar xist. Di encamê de 20 çekdarên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Di serî de eşîr, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyên cuda nerazîbûn nîşanî êrişan da.

ROJA HEFTEMÎN

Di roja sêşemê de qedexeya çûn û hatinê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê dewam dike. Di heman demê de operasyonên lêgerînê yên QSD û Asayîşê jî dewam dikin.

(bb)

ANHA