Rûsya û Ukraynayê 175 dîlgirtiyên şer bi hev guhertin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di navbera wê û Ukraynayê de 175 dîlgirtiyên şer hatin pevguhertin.

Rûsya û Ukraynayê 175 dîlgirtiyên şer bi hev guhertin
11 nîsan, 2026   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rûsya û Ukraynayê îro (11 Nîsan 2026) 175 dîlên şer bi pev guhertin.

Di daxuyaniya wezaretê de ku li ser hesabê X'ê yê Kremlinê hatiye weşandin ev agahî hatine parvekirin: " 11'ê Nîsanê, 175 leşkerên Rûsî ji deverên ku di bin kontrola rejîma Kîevê de bûn hatin vegerandin. Di berdêla vê de, 175 dîlên şer ên hêzên çekdar ên Ukraynayê hatin radestkirin. "

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li hemû eniyên operasyona leşkerî ya li Ukraynayê pêşve diçin û di 24 saetên borî de zêdetirî hezar û 200 leşkerên artêşa Ukraynayê hatine kuştin.

(ac)