Pakistan behsa derfeteke çarenûsî dike û Washington wê ciddiyeta Tehranê binirixîne

Pakistanê danûstandinên Îslamabadê yên li ser rewşa Îranê wekî derfeteke girîng û krîtîk bi nav kir da ku agirbestê veguherîne peymaneke mayînde, di heman demê de Washingtonê diyar kir ku ew ê di demek kurt de cidîbûna Tehranê binirxîne.

Pakistan behsa derfeteke çarenûsî dike û Washington wê ciddiyeta Tehranê binirixîne
11 nîsan, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf danûstandinên Îslamabadê yên roja Şemiyê wekî derfeteke "girîng" ji bo veguherandina agirbesta heyî bo agirbesteke mayînde bi nav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku danûstandinên bi Îranê re dest pê kirine û destnîşan kir ku nirxandina cidîbûna van danûstandinan wê pir wext negire.

Trump ji rojnamevaneke News Nation re got ku ew ê di demek nêzîk de eşkere bike ka Îran bi niyeta baş tevdigere an na wiha û dewam kir: "Em ê di demek pir kurt de bizanin... Ew ê demek dirêj negire."

Di heman çarçoveyê de, Trump destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwedî zêdehiyeke mezin a petrol û gazê ye û teqez kir ku gelek tanker ber bi peravên Amerîkayê ve diçin da ku pêdiviyan bar bikin.

(ac)

ANHA