Durziyan xwest hêzên hikumetê ji gundên wan derkevin

Şêniyên Siwêdayê di xwepêşandana îro de biryardariya xwe ya mafê diyarkirina çarenûsê, vegera koçberan û vekişîna hêzên hikumeta demkî ji gundan anîn ziman.

Durziyan xwest hêzên hikumetê ji gundên wan derkevin
11 nîsan, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên Siwêdayê îro li Qada Kerama ya bajar xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran doza mafê diyarkirina çarenûsê, serbestberdana revandiyan û vekişandina hêzên hikumeta demkî ji gundên Siwêdayê kirin.

Jinekê xwepêşandar ji ajansa me re axivî û got: “Em ji daxwazên xwe nayên xwarê. Em bazarê li ser mafên xwe, şehîdên xwe û girtiyên xwe nakin. Mafê me ye em bi rûmet bijîn. Em li vir sekineke bi rûmet sekinî ye. Dengê xelkê û azadxwazan dengê rasstiyê ye û helwesta xelkê Cebel Paşan e.”

Şêniyê bi navê Zên Ebû Serhan bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên garantor kir ku ji bo vegera ewle ya şêniyan li gundê xwe destwerdanê bikin û wiha domand: "Em dev ji erd û gundên xwe bernadin. Piştî 9 meh ji koçberî û wêrankirina malan, êdî bila hêzên ewlehiya giştî û eşîr ji gundên rojava û bakur derkevin. Divê vegera bilez û mafê diyarkirina çarenûsê pêk werin."

(bb)

ANHA