Rûsiya li bendê toreke nû ya danûstendinên bi Amerîkayê re ye

Rûsiya hêvî dike vê payîzê toreke nû ya danûstendinan bi Amerîkayê re li dar bixe û pirsgirêkên asê mayî gotûbêj bike.

Rûsiya li bendê toreke nû ya danûstendinên bi Amerîkayê re ye
16 îlon, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rutersê, çavkaniyeke dîplomasî yê payabilind ragihand ku Rûsiya hêvî dike ku di vê payîzê de toreke nû ya danûstendinan di navbera wan û Amerîkayê de bi rê ve biçe. Di wir de pirsgirêkên di navbera herdû welatan de asê mayî werin gotûbêjkirin.

Amerîka û Rûsiya di mehên Sibat û Nîsanê de li Stenbolê 2 toreyên danûstendinan lidar xistibûn. Di wan tûran de kar û barên diplomasî û destpêkirina karê sefaretxaneyan hatin nîqaşkirin.

Serokê Amerîka Doland Tramp meha derbasbûyî li Alaska bi Serokê Rûsiya Pûtin re civiya. Lê ji civînê tu encamên ji bo rawestandina şerê ku ev 3 sal û nîv e li Ukraynayê rû dide, derneketin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsiya Sergi Riyabakov der barê mijarê de ji ajansa Tass re axivî û got, "Herdû alî dixwazin dûrî têkçûyînên dibe ku şer bi xwe re bîne, bikevin. Ev bû sedema civîneke nû dereng bikeve. Dibe di dawiya payîzê de civîn pêk were.”

Riyabakov, da zanîn ku pirsgirêkên teknîkî û lojistî di lîsteya sozan de heye û got ev ne sedema sereke ya paşxistin civînê ye.

(dc)