Rubio: Daxuyaniyên Îraniyan bi rastiyê re nakok in

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku daxuyaniyên rayedarên Îranî "bi rastiyê re nakok in."

Rubio: Daxuyaniyên Îraniyan bi rastiyê re nakok in
25 hezîran, 2026   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di çarçoveya Civîna Wezîran a Konseya Hevkariya Kendavê ya Amerîkî-Kendaviyê de li Manamayê, got ku daxuyaniyên rayedarên Îranî "bi rastiyê re nakok in" û Washington balê dikişîne ser kiryarên li ser erdê, ne li ser daxuyaniyên rayedarên Îranî. 

Rubio destnîşan kir ku berdewama herikîna keştivaniyê di Tengava Hurmuzê re ji bo nirxandina rewşê pîvana sereke ye.

Rubio anî ziman ku her gefên rastîn ên ku keştivaniyê asteng dikin dê binpêkirina peymanê be û diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ger ev yek çêbibe dê helwestek tund nîşan bidin.

(fr)