Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin

Piştî xebatên sererastkirin û jinûve lêkirinê bi merasîmekê ji hêla Kongreya Îslama Demokratîk ve Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ya bajarê Qamişloyê hat vekirin.

Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
Li Qamişloyê Mizgefta Mezin a Hîlaliyê ji nû ve hat vekirin
25 hezîran, 2026   19:58
QAMIŞLO

Îro, li bajarê Qamişloyê Mizgefta Şêx Izedîn a ku bi Mizgefta Mezin a Hîlaliyê tê naskirin hat vekirin. Mizgeft piştî xebatên sererastkirin û jinûve avakirinê bi amadebûna serokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Mela Reşîd Xerzanî li kêlek hejmarek oldaran û xelkê taxê, hat vekirin.

Li herêmê mizgefta herî kevnar e, di 1955ˊan de hatiye avakirin. Lê ji ber kevnbûna mizgeftê, pêwîstî bi xebatên sererastkirinê hebû. Xebatên sererastkirinê beriya 2 salan bi destpêşxerêya yek ji malbatên herêmê yên li Almanyayê bi cih bûye pêk hatin.

Mizgeft bi tevahî hat sererastkirin, ji 3 qatan pêk tê; qatek ji bo nimêjê, yek ji bo rûniştinên sersaxiyê û yek jî taybet ji bo jinan.

(fr)

ANHA