Ji ber dosyaya vekişîna ji başûr danûstandinên Lubnan-Îsraîlê rawestiyan

Ji ber nakokiyek li ser vekişîna Îsraîlê ji başûrê Lubnanê, danûstandinên di navbera Lubnan û Îsraîlê de gihîştine rewşek bê çare. Lubnan ji bo vekişînê bernameyek zelal dixwaze, di heman demê de Tel Aviv her gavên pêşerojê bi bêçekkirina Hizbullahê ve girê dide.

Ji ber dosyaya vekişîna ji başûr danûstandinên Lubnan-Îsraîlê rawestiyan
25 hezîran, 2026   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek Amerîkayî îro ji Kanala Al Arabiya re aşkera kir ku civîna Lubnan-Îsraîlê li ser mijara vekişîna Îsraîlê ji başûrê Lubnanê rawestiyaye. Çavkanî destnîşan kir ku aliyê Lubnanî bernameyek diyarkirî dixwaze, di heman demê de Washington ji bo peymanek ku vekişîna Îsraîlê ya qonax bi qonax vedihewîne zextê dike.

Girêdayî mijarê, piştî daxuyaniyên Amerîkayê yên vekişîna beşek ji hêzên Îsraîlê weke niyeta baş li hember hikumeta Lubnanê ji başûr, rayedarên Îsraîlî û Lubnanî her vekişîna Îsraîlê ji herêma tamponê ya li başûrê Lubnanê derewandin.

Rayedarên Îsraîlî diyar kir ku beriya Hizbullah bê çek nebe û şiyanên wê yên leşkerî ji holê neyên rakirin, Tel Aviv dê ji başûrê Lubnanê venekişe. Ligel ku Hizbullah gefek ewlehî ye wê hêzên Îsraîlê li wir bimînin.

(fr)