Rojnameyên erebî: Şerê li Xezayê mezin dibe

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şerê li Xezayê, helwesta DYA’yê ya li hember şer û tevgerên dewleta Tirk ên li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Şerê li Xezayê mezin dibe
2 mijdar, 2023   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê bi sernavê ′Rageşiya zêde li Xezayê′ nûçeyek nivîsî.

Rojnameyê diyar kir ku dê xwînrijandina li Xezayê di çend hefteyên bê de dewam bike û der barê wê yekê de Pantagonê serbazekî mezin di odeya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de li kêleka serbazên din vekişand. Li gorî rojnameyê serbazê hatiye vekişandin berê serokê fermandariya operasyonên taybet ên hêzên deryayî di şerê li dijî Iraqê de cih digirt û xwedî pisporiyekê di rêvebirina şerê li bajarên Iraqê de bû, mîna Felûca û Mûsilê. Wî serbazî piştgirî dida êrişên asîmanî li şûna tevlêbûna li şerekî bejahî.”

′WASHINGTON LI ALTERNATÎFÊN KONTROLKIRINA XEZAYÊ DIGERE′

Rojnameya Şerq El Ewsat jî di gotareke xwe de destnîşan kir ku wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken roja înê diçe Îsraîlê. Rojnameyê destnîşan kir ku ew serdan li gorî Washingtonê ragihandiye di çarçoveya gereke nû ya li Rojhilata Navîn de pêk tê.

Hîna rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden hewldanên cihêreng li ser şerê Xezayê dike. Li kêleka wê jî yekîneyên taybet ên DYA’yê ji Îsraîlê re hatin şandin da ku destwerdanê li operasyonên rizgarkirina girtiyên li cem Hemasê bike û alternatîfên muhtemel ên kontrolkirina Xezayê bibîne.

′DEWLETA TIRK HEWL DIDE BERJEWENDIYÊN LI TERABLUSÊ BIPARÊZE’

Rojnameya El Ereb di nûçeyeke xwe de bal kişand ser rola dewleta Tirk a li Lîbyayê û diyar kir ku dewleta Tirk di vê dema dawîn de hewl dide têkiliyên xwe bi hikumeta Wehde El Wetenî ya Lîbyayê re bi rêya pevguherîna serdan û şêwirand xurt bike.

Li gorî rojnameyê, çavdêran li ser vê mijarê got ew gavên dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe yên li Terablusê biparêze, pêk tên.

(fr)