CPJ`ê bang li hikumeta Başûr kir: Divê Silêman Ehmed tavilê bê berdan

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) diyar kir ku divê rayedarên Başûrê Kurdistanê cihê Silêman Ehmed demildest eşkere bikin bike û bê şert û merc wî berdin.

CPJ`ê bang li hikumeta Başûr kir: Divê Silêman Ehmed tavilê bê berdan
2 mijdar, 2023   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 9 roj in windaye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) duh der barê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya CPJ’ê de wiha hate gotin: “Rojnamevan Silêman Ehmed ku Edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Rojnews’ê ye û hemwelatiyê Sûriyeyê ye, ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve li deriyê Pêşxabûr hate revandin û windakirin.”

Kordînatorê Bernameya Komîteya Parastina Rojnamevanan li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Şerîf Mensûr, got ku divê rayedarên herêmê demildest cihê Rojnamevan Silêman Ehmed eşkere bikin û bê şert û merc azad bikin û wiha got: “Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku li Herêma Kurdistanê rojnamevan berdewam bi her cûre gef û êrişan re rû bi rû bimînin, ji binçavkirinên ne yasayî heta êşkence û êrişên fîzîkî. Divê rayedarên Herêmê rê bidin rojnamevanan karê rojnamevaniyê bi awayekî azad û bê tirs bikin.”

CPJ’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku gelek dosyayên binçavkirin, girtin û êrişên li ser rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê bi belgeyan hatine qeydkirin.

Di dawiya daxuyaniya CPJ’ê de hate destnîşankirin ku ji bo wergirtina agahiyên derbarê Rojnamevan Silêman Ehmed de, peywendî li gel Berpirsê Liqa Yek ya PDK’ê Elî Ewnî ku desthilata Dihokê di dest de ye û Rêveberê Asayîşa Dihokê Zêrevan Beroşkî çêkirine, lê bi ti awayekî bersiv nehatiye dayîn. Heman demê de Berdevkê Asayîşa Dihok û Hewlêrê Aştî Mecîd jî bi heman gotinên di facebook’ê de belavkirî ji CPJ re ragihandiye.