Rojnameyên erebî yên îro: li Şamê çargoşeyên ewlehiyê yên Îranê

Êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, aloziya li Lubnanê û geşedanên li Ukranyayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî yên îro: li Şamê çargoşeyên ewlehiyê yên Îranê
22 sibat, 2024   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di rojeva xwe ya îro de cih da êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê. Di nûçeya rojnameyê ya bi sernavaê "Li taxên Şamê çargoşeyên ewlehiyê yên Îranê" de hat gotin, Îsraîl êrişên xwe li ser taxên pêşketî yên Sûriyeyê zêdetir kiriye. Hate diyarkirin ku êrişa herî dawî roja çarşemê ya li ser taxa Kefet Sûse ya paytexta Sûriyeyê Şamê bû, di encama êrişa dawî de kuştî çêbûn.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispre çavkaniyan, hejmarek taxên Şamê û parêzgeha Himsê bûne mîne çargoşeyên ewlehiyê yên Îran û ev nirxandin hat kirin: "Ev dide şîrovekirin ku Îsraîlê di dema dawî de girîngî daye van cihan. Di mehekê de artêşa Îsraîlê 3 tax (Meza Vêlat, kolana Hemra ya li Himsê, herî dawîn taxa Kefer Sûsê kirin hedef."

’BAŞÛRÊ LUBNANÊ LI SER XETA AGIREKÎ GERM E’

Rojnameya El Cumhuriye ya Lubnanê geşedanên li Lubnanê nirxandin. Hate gotin "Herêma başûr li ser xeta agirekî germ e, çirûska şerê li dirêjahiya sînor li asîmanê welat belav dibin. Dîsa jî gefên Îsraîlê dewam dikin. Her wiha êriş li aliyên cuda têne kirin û heşyariyên senaro û îhtîmal hene ku Lubnan bikeve şerekî ne diyar e. Li aliyekî din jî li Lubnanê dosyayên diravî, civakî û jiyanî yên komî ser hevbûn bûne aloztir û girêktir bûne. "

’UKRAYNAYÊ LI PÊŞBERIYA XETEREYA TÊKÇÛNÊ YE’

Têkildarî Ukraynayê, rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek belav kir. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku vekişîna Ukraynayê nîşan dide ku pêwîstiya wê bi fûze û balafiran û çekên wekî dîtir heye û ev nirxandin hat kirin: "Zehmet e ku siyaseta rojava ya bêparhiştina Ukraynayê ji moşekên ku karibe li hedefên leşerkî yên girîng ên Rûsyayê û yên li beşên Ukraynayê yên dagirkirî bide were fêmkirin. Ev siyaset dihêle ku Rûsya di êrişên xwe yên li dijî hedefên Ukraynayê de serbest be bêyî ku berisv were dayîn. Ev siyaset bi teqez wê têk biçe."