Çete bazirganiyê bi milkên koçberan dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 2 mal û dikaneke koçberan firotin.

Çete bazirganiyê bi milkên koçberan dikin
22 sibat, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyeyê ku agahiyên ji çavkaniyan girtiye, çeteyên Sutlan Murad ên dewleta Tirk a dagirker li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê malên welatiyên bi navên Ehmed Şêxo û Mihemed Şêxo firotin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê diyar kir ku çeteyan mala her du welatiyên ku koçber bûne bi 2 hezar dolarî firotin kesên ji gundewarê Hemayê ku li taxê bi cih bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûriyeyê diyar kir ku kesekî ji navçeya Til Rifetê ku li Efrînê hatiye bicihkirin, dikana welatiyê bi navê Mihemed ê ji gundê Xelîlka yê taxa Eşrefiyê bi hezar dolarî firot çeteyekî Lîwa Mutesem. 

Li Efrînê ya ku ji Adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên kuştin, revandin, dizî, talankirin û guhertina demografî dewam dikin.

Ji destpêka îsal ve 4 welatî hatin qetilkirin û 94 hatin revandin.

(bb)